Serkomare Fransaye Emmanuel Macron bi reya telefone daxwaz ji Seroke Herema Kurdistana Iraqe Mesüd Barzani kir ku referandüma serxwebüne were paşxistin.
Li gor malpera resmi ya Serokatiya Herema Kurdistane, işev Serkomare Fransaye peywendiyeke telefoni bi Barzani re dani.
Li gor daxuyaniye di ve peywendiya telefoni de Serkomare Fransaye pesne Herema Kurdistana Iraqe da kir ü rola hereme di şere DEAŞe de ü hewandina koçber ü leqewimiyan de bilind nirxand.
Herwiha Macron, piştevaniya welate xwe ji ji bo "yekperçeyiya Iraqe" ü "mafen gele Kurdistane di çarçoveya destüra Iraqe de" xisterü ü daxwaz ji kir referandüm be paşxistin.
Di beramberi ve de Barzani ji ji bo piştgiriya berdewam spasiya Serkomar ü hikümet ü gele Fransaye kir.
Barzani, der bare referandüme de ji ragihand ku referandüm di dema xwe ya diyarkiri de de were kirin ü deriye guftügoye ji nehatiye girtin.
Barzani ani ziman ku pişti referandüme, Herema Kurdistana Iraqe de ligel Bexdaye guftügoye bike. -
|