Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 14/04/2021 16:49 
06.04.2021 13:11 News >> Lijneya Rêvebiriyê yê Ajansa Anadoluyê di 101emîn salvegera damezirandina AAyê da Anitkabîr ziyaret...

Lijneya Rêvebiriyê yê Ajansa Anadoluyê di 101emîn salvegera damezirandina AAyê da Anitkabîr ziyaret...

Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêvebiriyê yê Ajansa Anadoluyê Şenol Kazanci "Ajansa Anadoluyê ku bi 86 ofîsên xwe yên li welêt û 41 jî yên li dervayî welêt va ne bi tenê dengê Anadoluyê, yê hemû coxrafyayên mezlûm bi 13 zimanan radigihîne, vê peywira xwe ya ku ji miletê xwe sitandiye, heta ku...

Midüre Gişti ü Seroke Lijneya Revebiriye ye Ajansa Anadoluye (AA) Şenol Kazanci ü heyeta pe ra bi minasebeta salvegera 101emin a damezirandina AAye Anitkabir ziyaret kir.
Heyeta ji Kazanci, endamen lijneya revebiriye, alikaren midüre gişti ü revebiren weşane pek te çü Anitkabire.
Şenol Kazanci çelenga ji qerenfilen sor ü sipi ya ku "Ajansa Anadolu" li ser nivisandi ye, dani mozoleya Ataturk ü merasima rezgirte hat kirin.
Kazanci tevi heyeta pe ra ji Birca Misaqi Mili derbas bü ü Deftera Taybet ya Anitkabire imze kir ü wiha nivisnad: "Ataturke Rebere Mezin, Ajansa Anadoluye ya ku te damezirand da ku Tekoşina Neteweyi ji dinyaye ra ragihine iro 101 sali ye.
Ajansa Anadoluye ku bi 86 ofisen xwe yen li welet ü 41 ji yen li dervayi welet va ne bi tene denge Anadoluye, ye hemü coxrafyayen mezlüm bi 13 zimanan radigihine, ve peywira xwe ya ku ji milete xwe sitandiye, heta ku Komara Tirkiyeye hebe de bidomine.
Bi ve minasebete em hemü şehiden me yen ku çüne ebediyete bi rehmet bi bir tinin."
AA 101 sal bere iro hat avakirin
Ajansa Anadoluye ku bi telimata Mustafa Kemal Ataturk di salen peşi yen Şere Rizgariye de bi armanca ragihandina denge Anadoluye bo dinyaye hat avakirin di salvegera xwe ya 99emin de dibe yek ji ajansen heri baş en dinyaye. Di serdema şere rizgariye de Ajansa Anadolu roleke kritik girte ser xwe ü di tarixa Komare de ciheki taybet bo xwe çekir. Dema dema Mucadeleya Neteweyi dest pe kir, tekoşina serxwebüne bi qenaleke tekane ü bihez gihande nav welat ü dinyaye. Loma ji xirüreke heqiqi li ser xwe digire.
Damezrandina Ajansa Anadoluye rasti rojen sext en "werçerxana tekoşina neteweyi" te. Hin rewşenbiren ku pişti işxale ditin mayina li Stenbole ne mumkin e li reyen beşdariya Tekoşina Neteweyi geriyan.
Seruwena damezrandina AAye ji tam di ve pevajoye de, pişti işxala Stenbole bi hatina rewşenbiran bo Anadoluye dest pe dike. Pişti 16e Adara 1920an Stenbol hat işxalkirin bi 5 rojan Yunus Nadi (Abalioglu) ü Halide Edib (Adivar) digel 2 qafileyan dikevin re ü 31e Adare li Geyveye kom dibin. Herdu rewşenbir di keliya istiraheta li Rawestgeha Akhisare guftügoya we yeke dikin ku "Çawa ku em gihiştin Enqereye dive em ajanseke damezirinin".
Yunus Nadi ü Halide Edip, dema qala nave ajanse dikin di nav bijarteken "Tirk" "Enqere" ü "Anadolu" de li ser "Ajansa Anadoluye" dibin hemfkir.
Ajansa Anadoluye ku navend Tirkiye ajanseke nüçeyan a navneteweyi ye, bi 13 zimanan weşane dike ü rojane nüçeyan digihine 6 hezar mecrayi.
​​​​​​​ -



        Latest News
Gelo qeyrana çîpê tenê kêmasiya erzkirinê ye? 41 minutes ago...
Di heyama ku dê bi veguherîna dijîtal, otomobîlên biceyran û cîhazên otonom dirûv bigire da nivîsbariyên xwemalî, hilberîna plan û hevgirên wekî çîpê ku xwedî girîngiyeke stratejîk e ji bo teknolojiya xwemalî û neteweyî hêmanên zerûrî ne.
Li Somaliyê di êrîşa bi bombeyê da gelek kes hatin kuştin -4 minutes ago...
Dayikên Diyarbekirê bo teslîmbûnê bangî zarokên xwe kirin 11 minutes ago...
Platforma Biratiyê ya Mûşê piştgirî da malbatên li pêşiya HDPyê çalakiyê dikin 26 minutes ago...
Li Efxanistanê di 3 mehên ewil ên salê da 573 sivîl hatin kuştin 26 minutes ago...

 
      Top News
Tuncelî bi kulîlkên mizgîniya biharê xemilî Tuncelî bi kulîlkên mizgîniya biharê xemilî
Bîden di mijara Ukraynayê da fikarên xwe ji Putîn ra got û banga Bîden di mijara Ukraynayê da fikarên xwe ji Putîn ra got û banga "kêmkirina rageşiyê" kir
Li Hekariyê balona ku seba êrîşkirina herêma baregehê şandin, hat îmhekirin Li Hekariyê balona ku seba êrîşkirina herêma baregehê şandin, hat îmhekirin
Li Qersê berf dibare Li Qersê berf dibare
Kabîneya Serokomariyê civiya Kabîneya Serokomariyê civiya
Li herêma Kaniya Aştiyê 3 terorîstên PKK/YPGyî hatin berterefkirin Li herêma Kaniya Aştiyê 3 terorîstên PKK/YPGyî hatin berterefkirin
Bi YEyê ra heyama Bi YEyê ra heyama "rojeva pozîtîf": Firsend û dijwarî
Li Dêrxasê jin eleqeyê nîşanî qursa fîlografiyê didin Li Dêrxasê jin eleqeyê nîşanî qursa fîlografiyê didin
Endeksa hilberîna pîşesaziyê ji sedî 8,8 zêde bû Endeksa hilberîna pîşesaziyê ji sedî 8,8 zêde bû
Li Myanmarê jimara kesên bi destê hêzên asayîşê hatin kuştin derket 710an Li Myanmarê jimara kesên bi destê hêzên asayîşê hatin kuştin derket 710an