Li Atinaya paytexte Yewnanistane nezi 18 malbaten ku koçberen be destür in, li keleka kampa koçberan a Eleonaye dijin ü belengaziya nan, av ü ceyrane dikşinin.
Di nav koçberen bedestür da zarok ü jineke ducani ji hene. Wexta ku şili di ser wan da dibare ü ji ber ku hewa ji sar büye, malbat zedetir tengasiye dikşinin.
Mihemed Cewade Efxanistani ü 30 sali diyar kir ku ew du meh in li derveyi kampa Eleonaye di çadire da diji ü şert ü merc pir xerab in, tengasiya wan aheri mezin ji neditina xwarine ye.
Cewad diyar kir ku hin malbat 4 meh in li derveyi kampe di çadiran da dijin ü wiha dewam kir, "Li ve dere tene xwarine didin kesen ku di kampe da diminin, xwarine nadin me. Li navenda bajer di dereke da seba kesen be mal xwarin te belakirin, em diçin we dere xwarina xwe tinin."
Cewad diyar kir, hefteya bori baraneke gur bari ü paşe rayedareki ew ziyaret kirin ü wiha dewam kir, "Ji me ra timi dibejin li bende bin. Me ji rayedar pirsi ü got, 'di kampe da seba 18 malbatan cih heye, em çima he li derva diminin'. Kes bersiveke zelal nade, tene dibejin dive hün li bende bin."
Tevgera Diji Nijadperesti ü Tehdida Faşist (KEERFA) daxuyani da ü bal kişand ser belengaziya ku malbat dikşinin ü wiha got, "Ev meriv dixwazin di kampe da bijin, ne di çadire da. Hikümet ü Şaredariya Atdinaye bira demildest ji bo ve pirsgireke çareseriye bibinin. Her roj talüke heye ku ev meriv di bin wesayiteke da biminin." -
|