Rexistina Tenduristiye ya Cihane (WHO) ragihand ku ji ber şere ku li Yemene dewam dike, ji sedi 80yi zaroken li vi welati mihtaci alikariya mirovi ne.
Di peyama li ser hesabe Twittere ye Ofisa WHOye li Yemene ye ku bi minasebeta 20e Mijdare Roja Mafen Zarokan a Cihani hat parvekirin da wiha hat gotin, "Li Yemene ji ber şer ji 11 milyoni zedetir zarok ku ev reqem ji dike ji sedi 80yi nifüse zaroken vi welati, mihtaci alikariya mirovi ne."
Di daxuyaniye da herwisa hat balkişandin ku bare heri giran e şere ku ev qedera 3,5 sal e dewam dike, li ser pişta zarokan e.
Di her 10 deqiqeye da zarokek dimire
Li Yemene ku ji welaten heri xizan en dinyaye ye, kriza insani ya ji ber şere navxweyi ji pir mezin büye ü gihiştiye asteke xeternak. Li vi welati di encama xela, kolera, pevçün ü erişen asimani da drameke insani ya qerase hatiye meydane ku berdela ve ya heri mezin ji sivil didin.
Li gori daneyen Neteweyen Yekbüyi, li Yemena ku bi milyonan insan bi xelaye ra tedikoşin, di her 10 deqiqeye da zarokek dimire.
Li Yemene di şer ü pevçünen ku ev zedetiri 3 salan e dewam dikin da bi hezaran insani jiyana xwe ji dest da. -
|