Haberler   
  English   
  Kurdî   
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 26/06/2024 03:54 
News  > 

Li Xezeyê bi sed hezaran kesî li ser kavilên mizgeftên wêrankirî nimêja eydê kirin

16.06.2024 15:12

Li Xezeye bi sed hezaran Filistiniyi li ser kavilen mal ü mizgeften ji hela İsraile hatine werankirin, nimeja eyde kirin.

Li Xeta Xezeye Filistiniyan digel şere ku 9 meh e dewam dike ü her wiha digel eş ü kulan, tekbir anin ü nimeja eyde kirin. Pişti nimeje ji Filistiniyan eyda hevdu piroz kirin.

Nizam en-Neccare Filistini ye 70 sali ye ji peyamnere AAye ra axivi, diyar kir ku ji bo wan neritek e ku ew nimeja Eyda Qurbane li cihen servekiri bikin ü qurbanen xwe ji disa li cihen servekiri serje bikin. Neccar bal kişand ku wan isal ji ber şer, nikaribü ve nerite bidominin.

Neccar destnişan kir ku isal ji ber şer, re nehat dayin ku qurbani bo Xezeye ben sewqkirin ü lewma kem kesi qurban serje kir.

Neccar her wiha diyar kir ku gele Xezeye dixwaze ne bi zillet, le bi rümet biji ü her wiha ew e bi ser bikevin ü ev zehmeti de bi dawi bibin.

Zerife Aşüra Filistini ya 55 sali ji diyar kir ku mala wan ji hela İsraile hat werankirin ü wan nimeja eyde li ber mala xwe kir.

Aşüre bal kişand ku ji ber qetliam ü weraniye, li Xezeye eyd tuneye ü wiha got, "Digel eş ü birinan em ji dinyaye ra dibejin ku em e bi ser bikevin." -



 
Latest News





 
 
Top News