Akademisyen ü xwendekaren Zaningeha Wan Yuzuncu Yile (Van YYU) ji bo ku erişen İsraile yen li ser Xezeye şermezar bikin desten hev girtin, xeleqek ava kirin ü bi vi awayi protestoya xwe nişan dan.
Xwendekar ü akademisyenen ku bi zaroken xwe ra li kampusa zaningehe beşdari çalakiye bün desten hev girtin ü xeleqeke mezin ava kirin.
Beşdaran stranen aşti ü dostaniye gotin ü bertek nişani erişen İsraile yen li ser Xezeye dan.
Xwendekara pola 4emin a Fakulteya İlahiyate Helin İnane diyar kir ku ew erişen İsraile şermezar dikin ü wiha got: "Em dixwazin ali ü piştgiriya me zelal bibe. İsrail li ser axa Filistine qetliaman dike. Dive em li hemberi ve yeke bedeng neminin. Em di Kone Piştgiriya Xezeye da hewl didin ciwanan hişyar bikin. Em dixwazin eriş demildest ben rawestandin." -
|