Di çarçoveya çalakiya "Roja Cihani ya Bajaren Beotomobil" da komek jin bi duçerxen ku bi pifik, kulilk ü çiçikan xemilandin va li nava bajer geriyan.
Jinen ku li ber avahiya Şanoya Dewlete ya Wane hatin cem hev, pankarta "Jinen Xemilandi" bi duçerxen xwe va kirin ü ligel muzike qedereke şahi kirin.
Dü ra jinen ku kincen rengin li xwe kirin, bi duçerxen ku bi pifik, kulilk ü çiçikan xemilandin va derketin türa bajer.
"Türa Duçerxe ya Jinen Xemilandi" ku dimenen seyr ü rengin derxistin hole, li Keleha Wane bi dawi bü. Jinan li ve dere stran gotin ü govend gerandin.
"Me duçerxen xwe xemilandin ü em hatin"
Ji jinan Songul Irtake diyar kir u ev çalaki bi awayeki hevdem li gelek parezgeh ü welatan te kirin.
Irtake diyar kir ku wan xwest bale bikişinin ser we yeke ku jin di hemü cergeyen jiyane da hene ü wiha dewam kir, "Me ji bo jiyana beotomobil bi hev ra pedal zivirandin. Rewitiyeke pir xweş bü. Me ligel çepikan pedal zivirandin ü em hatin ve dere. Em geleki rengin ü hevidar in. Edi jin li her dere ne." -
|