Li Çaldirana navçeya Wane hirça ku wesayitek le qelibi ü lingen wi şikestin te dermankirin. Li ser reya Wan-Agiriye li herema Çiyaye Tendureke welatiyan dit ku hirçek nikare bimeşe, li ser ve caw dan cendirmeyan. Cendirme hatin hereme ü der bare hirç da agahi dan timen Midüriya Şaxa Parken Neteweyi. Wezifedar hatin bi anesteziye va hirç aram kirin ü birin Navenda Parastin ü Rehabilitasyona Heywanen Kovi ya Zaningeha Yuzuncu Yile. Hirç we li vir be dermankirin ü paşe wezifedar we berdin çole. Midüre Navende Prof. Dr. Lokman Aslan ji nüçegihane AAye ra daxuyand ew heywanen kovi diparezin ü derman dikin. Aslan got li herema Çiyaye Tendureke heta niha du hirç ji ber ku wesayit li wan qelibine birindar bün ü wiha axivi: "Dema em çün nikaribü rabe ser piyan. Lingen wi yen çepe ü raste şikestine, pişika wi werimiye. Ji bo rewşa wi baş be em dixebitin. Em bangi şoferan dikin ku bila ji bo parastina heywanen kovi hesas tevbigerin." -
|