Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 26/04/2024 10:45 
News  > 

Li Venezuelayê partiyeke din a mixalif jî beşdarî peymana bi hikûmetê ra bû

19.09.2019 10:35

Partiya ji Bo Guherînê Hêvî ya mixalif jî beşdarî peymana ku di navbera Serokê Dewleta Venezuelayê Nicolas Maduro û partiyên mixalif da hatibû îmzekirin, bû.

Li Venezuelaye partiyeke din a mixalif ji beşdari peymana di navbera hikümet ü hin mixalifan da hatibü imzekirin, bü.

Li gor nüçeyen çapemeniya welet Partiya ji Bo Guherine Hevi ya mixalif ji beşdari peymana ku di navbera Seroke Dewleta Venezuelaye Nicolas Maduro ü partiyen mixalif da hatibü imzekirin, bü.

Seroke partiye Javier Bertucci li paytext Caracase beşdari merasima li Qesra Wezirtiya Karen Derva Casa Amarillaye hat lidarxistin bü ü peyman imze kir.

Javier di merasime da wiha axivi: "Dive em ji welet ra eşkere bibejin ku em ji heyameke pir hesas derbas dibin. Ji bili rüniştin ü axaftine çarekeye me ya din tune. Em mecbur in ji qeyrane ra çareye bibinin.

Li Venezuelaye pişti ku hevditinen hikümete ü mixalifan yen ku serkeşiya wan Seroke ANye Juan Guaido dike qüt bün, duh hikümet ü 6 partiyen mixalif hatin bal hevdu ü ji bo diyaloge li hev kirin.

Hevditinen li Barbadose

Li Venezuelaye hikümeta Maduro ü mixalefeta ku serkeşiya we Guaido dike ji bo ku ji qeyrana siyasi ya li welet ra çareyeke bibinin bi navbeynkariya Norwece va di meha gulane da li Barbadose dest bi hevditinan kiribün.

Le di meha tebaxe da Amerikaye li hemberi Venezuelaye mueyideya "Astengkirina Mal ü Milken Dewleta Venezuelaye" xistibü rewace. Ji ber ku Juan Guaido piştgiri dabü ve mueyideye hikümete dev ji lihevkirina li Barbadose berdabü.

Ji bo ku di navbera hikümeta Maduro ü mixalefeta ku serkeşiya we Guaido dike da disa hevditin ben destpekirin hewl hatibün dayin. Le di medyaye da nüçe hatibün weşandin ü hatibü gotin mixalefet dibeje "bila Venezuela dev ji idiaya xwe ya heqe wi li ser herema Esequiboya giredaye Guayanaye heye berde."

Li ser ve hikümeta Maduro gotibü heta tevgera mixalafete der bare Esequiboye da neguhere ewe beşdari hevditinan nebe. -



 
Latest News





 
 
Top News