Li peraven İzmire yen Behra Egeye sere sibehe di nav 10 deqiqeyan da du erdhej çebün.
Ji ser malpera internete ya Serokatiya Rewşa Acil ü Afate (AFAD) hat gotin ku sere sibehe di saet 07.00an da navenda nav Behra Egeye düri İzmire bi lerza 5,1e erdhej çebü.
Erdhej 3,97 kilometre di bin behre da çebü ü devera lerze lexist ji 56,18 kilometre düri Urlaya navçeya İzmire bü.
Di agahiyeke nü ya ji ser malpere weşiya da hat gotin ku pişti erdheja ewil di saet 07.09an da disa di nav Behra Egeye da bi lerza 4,3an va erdhej çebü. Hat gotin ku erdheja duyemin ji 7,16 kilometre di bin behre da çebü.
AFADe ji ser hesabe xwe ye Twittere ragihand ji ber erdheje tu ixbarek nehatiye kirin ü xebaten kontrole yen li qade ji dewam dikin. -
|