Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 27/04/2024 10:31 
News  > 

Li Tunceliyê dîwarên nexweşxaneyê ji bo xwendekarên lîseyê bû tûwal

28.03.2024 11:27

Xwendekarên Lîseya Hunerên Bedew di çarçoveya wê projeyê da ya bi kordîneya Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî û Midûriyeta Tenduristiyê hat cîbicîkirin, li Nexweşxaneya Dewletê ya Tunceliyê li ser dîwaran resim çêkirin.

Li Tunceliye xwendekaren Liseya Huneren Bedew di çarçoveya projeya berpirsyariya civaki da diwaren beşa zarokan a nexweşxaneya li bajer bi resman va kirin dirüveki sipehi.

Li bajer li Liseya Huneren Bedew a ku li Taxa Ataruke 4 sal bere vebü, 48 xwendekar perwerdeye dibinin ü 15 mamoste ji peywire dikin.

Li liseya ku xwendekaren dixwazin di ware muzik ü resme da kariyere bikin tercih dikin, der heqe huneren bedew da dersen teorik ü tekniki ten dayin.

Li liseye xwendekar wexte xwe bi pirani bi ledana alaven muzike ü çekirina resman va derbas dikin.

Her wiha 24 xwendekaren beşa resme ji car cari beşdariya projeyen berpirsyariya civaki dikin.

Xwendekaran bi hemahengiya Reveberiya Perwerdeya Neteweyi ya Parezgehe ü Reveberiya Tenduristiye ya Parezgehe li Nexweşxaneya Dewlete ya Tunceliye xebata wenesaziye kir.

Xwendekaren ku bi mamosteyen xwe ra hatin nexweşxaneye, diwaren koridora beşa zarokan bi xezkirina karakteren filmen kartoni xemilandin.

Revebere Liseye Musa Toplu daxuyani da nüçegihane AAye ü diyar kir ku ji bo peşvabirina xwendekaran hemü cure hewlan didin.

Toplu ani ziman ku diwaren nexweşxaneye bi weneyen ku xwendekaran xezkirin, xemilin ü xweş bün ü got, "Dema weneyen ku xwendekaren me xez dikin, di jiyana rojane de xuya dikin, ev yek heviyen wan zedetir dike."

Ji xwendekaran Asmera Azra Yıkılmaz got, "Cihgirtina di projeyen wisa da heviyen min zede dikin ü he ji ji weneyan hez dikim."

Muzeyyen Ecrin Yalçine ji ani ziman ku bikaranina diwaren nexweşxaneye weke tüwale ü wenexezkirina ji bo zarokan we kefxweş dike. -



 
Latest News





 
 
Top News