Li Tunceliye Sülava Çirtane ku li Geliye Pulumure ye ü bihare gur dibe, bi bedewiya xwe ya xwezayi dimenen newaze derdixe hole.
Geliye Pulumure ku sale çar demsal bi bedewiya xwezaya xwe ü ajalen kovi va bale dikişine, di heman deme da bi floraya xwe ya dewlemend ü ciyen xwe yen çandi ü diroki va ji derdikeve peş.
Geliye ku dikeve navbera çiyayen ase yen bi qasi 3 hezar metreyi bilind ü ji gunde Kocakoçe dest pe dike heta navçeya Pulumure diçe, bi rengen bihare xemili ku mirov ji temaşekirina we ter nabe.
Sülava Çirtane ya ku di geli da ye, bi ava berf ü barane gur bü.
Bi qasi 60 metre bilindahiye te xware
Sülava li gunde Meşeyoluye ya li ser bajer, bi qasi 60 metre bilindahiye te xware.
Sülava ku digel rengen xwezaye dimenen ciwan peşkeşi geştiyar ü wenehezan dike, nexasim di demsala bihar ü havine da bala betir ziyaretvani dikişine.
Bizinkoviyen li devere ji bo ku ave vexwin carinan ten ber sülave ü her wiha derdikevin ser teht ü zinaran. Bi hatina van bizinkoviyan ji dimenen rengin derdikevin hole.
Welatiye xelke devere Cuneyt Coşkun ji peyamnere AAye ra got ku ava Sülava Çirtane bihare gava berf dihele, pir zede dibe ü gur dibe.
Coşkun bal kişand ku ew sale di demen diyar da ten cem sülave weneyan dikişinin ü wiha dewam kir, "Li Tunceliye çar demsalan ji alternatifa çalakiyen me yen cuda heye. Em li vir havine rafting, li Ovacixe ji zivistane kaşüne dikin. Her wisa bihare ji em geşten di nava xwezaye da dikin." -
|