Li Tirkiyeye di 24 saeten dawin da 1492 kesen din baş bün ü jimara kesen tedawiya wan a virusa koronaye ya nü (Kovid-19) hat temamkirin derket 121 hezar ü 507an.
Li gor daneyen rojane yen "Tabloya Virusa Koronaye ya Rojane ya Tirkiyeye" ya ku li ser malpera Wezareta Tenduristiye ci digire ü Wezire tenduristiye Fahrettin Koca ji ji ser hesabe xwe ye Twittere parve kir iro 19 hezar ü 853 test hatin kirin. Teşxisa virusa koronaye ya nü (Kovid-19) dan 948 kesan, 28 kes mirin, 1492 nexweş baş bün.
Jimara testan bi tevahi derket milyonek ü 873 hezar ü 607an, jimara waqieyan bi tevahi derket 158 hezar ü 762yan, jimara miriyan ji bi tevahi derket 4 hezar ü 397an, jimara nexweşen entubekiri bi tevahi 338, jimara nexweşen baş bün ji derket 121 hezar ü 507an.
Wezire Tenduristiye Fahrettin Koca di parvekirina xwe ya ji ser Twittere da got ku "Di jimara nexweşen baş bün da iro zedebüneke giring heye. Jimara nexweşen me yen di uniteya nexweşiyen giran da ü entubekiri kem dibe. Serkeftina hat bidestxistin encama we ahenge ye ku 83 milyoni nişan da. Awaye jiyana me ya nü: jiyana civaki ya bikontrol, hemü bi hev ra tevdir." -
|