Li Tirkiyeye di 24 saeten dawin de 1374 peketiyen cureya nü ya virusa koronaye (Kovid-19) hatin teşxiskirin, 18 kesan cane xwe ji dest dan.
Wezire Tendirustiye Fahrettin Koca daneyen nü yen "Tabloya Rojane ya Koronaviruse li Tirkiyeye" ya li ser malpera internete ya Wezareta Tendirustiye, ji ser hesabe xwe ye Twittere parve kir. Li gori we iro 51 hezar ü 14 test hatin kirin ü hejmara testan bi gişti gihişt 3 milyon ü 331 hezar ü 158an.
Li Tirkiyeye di 24 saeten dawin de 1374 peketiyen Kovid-19e hatin teşxiskirin, hejmara peketiyan gihişt 198 hezar ü 613an. 18 kesen din ji ber Kovid-19e cane xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi gişti gihişt 5 hezar ü 115an.
Di 24 saeten dawin de bi rehetbüna hezar ü 214 kesan, hejmara rehetbüyen ji Kovid-19e gihişt 171 hezar ü 809an.
Hejmara nexweşen di beşa nexweşiya giran de bi gişti 1018 ye ü nexweşen giredayi ventilatore ji 375 e.
"Em ji bo tedbiran baldar nin in"
Wezir Koca li ser hesabe xwe ye Twittere got, "Hejmara rehetbüyen pişti razandine ü yen nü taburcikiri di hevsengiye de ye. Zedebüna yen di beşa nexweşiya giran de ji di asta asayi de ye. Ji bo kemkirina peketiyan em ter biryardar, ji bo tedbiran baldar nin in." -
|