Li Tirkiyeye di 24 saeten dawin de 1035 peketiyen cureya nü ya virusa koronaye (Kovid-19) hatin teşxiskirin, hejmara peketiyan gihişt 159 hezar ü 797an. 34 kesen din ji ber Kovid-19e cane xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi gişti gihişt 4 hezar ü 431e.
Wezire Tendirustiye Fahrettin Koca daneyen nü yen "Tabloya Rojane ya Koronaviruse li Tirkiyeye" ya li ser malpera internete ya Wezareta Tendirustiye, ji ser hesabe xwe ye Twittere parve kir. Li gori we iro 21 hezar 43 test hatin kirin. Hejmara testan bi gişti gihişt milyonek ü 894 hezar ü 650i.
Di 24 saeten dawin de bi rehetbüna hezar ü 286 kesan, hejmara yen ku ji Kovid-19e rehet bün gihişt 122 hezar ü 793yan.
Hejmara nexweşen di beşa nexweşiya giran de bi gişti 723 e ü nexweşen giredayi ventilatore ji 331 in.
"Me istiqrar bi dest xist"
Wezire Tendirustiye Koca li ser hesabe xwe ye Twittere got, "Dane nişan didin di biçükkirina riske de me istiqrar bi dest xist. Pedive serkeftina 83 milyonan bidome. Azadiya he berfirehtir giredayi pabendiya bekemasi ye ji renimayan re. Şewaza me ya nü jiyane; jiyana civaki ya kontroldar, pekve tedbir. " -
|