Li Tel Avive 30 hezar kesen ku piraniya wan ji jinan pek hat, ji bo protestokirina tundiya ser jinan çalaki li dar xist.
Li gor agahiya ku ji çapemeniya heremi ya welet hat dayin, li Tel Aviva paytexte İsraile zext ü zora li ser jinan a li welet ji aliye 30 hezar kesen ku piraniya wan jinan bün hat protestokirin.
Li gor rojnameya Yedeot Ahranote di xwepeşandane da xwepeşander ü poles pev çün. Te gotin ku bi hezaran jinen Filistini ji beşdari protestoyan bün.
Li gor rexistinen mafen mirovan, jinen Ereb en ku li İsraile dijin rasti zexte ten. Li gor Cemiyeta Xizmeten Tenduristiye ü Lekoline ya Qetere ji sere 2018an vir va li İsraile 24 jin hatin kuştin ü nive wan ji civata Ereben welet in. -
|