Li Tanzanyaye feribota rewiyan li Gola Viktoryaye serobino bü, di qezaye da 79 kes mirin.
John Mongellaye Komisere Herema Mwanzaye di daxuyaniya xwe da diyar kir ku duh berevare di qezaye da 79 kes mirin ü 33 kes ji hatin xilaskirin.
Mongella got ditirsin ku hejmara miriyan zede bibe ü wiha axivi: "Nikarim texmin bikim ku gelo di feribote da çend rewi hebün. Nika hedefa me xilaskirin e."
Wesayiten ser ave yen ku kevn büne li welet gelek caran dibin sedema qezayan, li welet bere ji qezayen mezin çebibün.
Di sala 1996an da disa li Gola Viktoryaye ji 800i zedetir kes di qezayen feribotan da miribün, li nezi Zanzibare ji kemzede 200 kes di qezaya feribotan da miribün. -
|