Li Şiliye ji referanduma ku ji gel hat pirsin ku destüra ji serdema diktator Augusto Pinochet bira jinüva were nivisandin an na, bi ferqeke mezin, biryara jinüva nivisandina destüre derket.
Li gori encamen li ser malpera Servisa Hilbijartine ya Şiliye, ji sedi 99en sandoqan vebün, ji sedi 78,27 dengen derbasdar yen wan kesan e ku dixwazin destür jinüva be nivisandin, ligel ve rejeya dengen dijberen ve yeke ji ji sedi 21,73 ye.
Di referandume da heyeta ku de destüre binivise ji ji gel hat pirsin. Rejeya kesen xwestin ku Lijneya Destüre Destüre binivise ji sedi 79,04 e, ya kesen xwestin ku Lijneya Destüre ya Tekel binivise ji ji sedi 20,96 e.
Li gori ve encame, kesen ku de di Lijneya Destüre da bi cih bigirin, bi hilbijartina heremi ya 11e Nisana 2021an va ji hela gel de ben hilbijartin.
Lijneya ku hejmara jin ü meran de wekhev be ü ji gelen resen ji nüner te de da hebin, de destüra nü di 9 mehan da binivise. Heger pewist bike, lijneya bikaribe ve maweye 3 mehen din ji direj bike.
Pişti ku lijneye destüra nü amade kir, de peşkeşi hikümete bike ü dü ra ji referandum de disa were lidarxistin ku ka bira destüra nü bikeve rewace an na.
Bi vi awayi li Şiliye pişti serdema rejima Pinochet ku ji 1973yan heta 1990i dewam kir, cara ewil de destüreke ku bi rebazen demokratik hat nivisin, bikeve rewace.
Li Şiliya ku hejmara dengderan zedeyi 14 milyoni ye, rejeya beşdariya referandume di sedi 50yi da ma.
Xwepeşander encamen referandume piroz dikin
Pişti diyarbüna encamen referandume, li welet bi hezaran kes digel şewba Kovid-19e daketin kolanan ü pirozbahi li dar xistin.
Li Şiliye di xwepeşandanen diji hikümete da, ku cotmeha 2019an dest pe kir, zedeyi 5 mehan dewam kir ü weki "teqina civaki" hat binavkirin ü her wiha bü sedema talan ü büyeren civaki, jinüva nivisina destüre yek ji daxwazen sereke yen xwepeşanderan bü. Her wiha di van xwepeşandanan da zedeyi 30 kesi hatibün kuştin, zedeyi 4 hezar kesi ji birindar bübün . -
|