Li Şerwana navçeya Serte pişti operasyonen hezen ewlehiye arami çebü ü heywandar edi bi reheti derdikevin Zozane Bacavane.
Zozane Bacavane ye di navbera sinoren Şerwan ü Perwariye da dimine ü li texma herema Daristanen Sehiye dikeve pişti ku arami çebü bi keriyen mi ü bizinan tije dibe ü heywandar bi reheti pezen xwe diçerinin.
Heywandaren ji gunde Çeltikyoluye ji bona heywanen xwe biçerinin derdikevin Zozane Bacavane ku 5 kilometro dür e ü hezar ü 500 metro bilind e.
Abidin Albogaye heywandariye dike daxuyani da nüçegihane AAye ü destnişan kir ku bere nikaribün bi reheti derkevin zozanan ü got ku niha bi reheti diçin zozanan.
Alboga diyar kir gunden li hereme debara xwe bi çandini ü heywandariye dikin ü wiha axivi: "Bere ji gund re nediçü zozanan. Ewlehi ü hizüra me ji tunebü, le şikir ji Xwede ra niha edi hizüra me heye ü bi reheti derdikevin zozanan. Xwede zewale nede dewleta me. Em edi bi wesaitan diçin ü şire xwe didoşin. Talüke ji qediyaye."
Abdurrahim Apuhan ji destnişan kir debara xwe bi heywandariye dike ü got ku çend sal e bi reheti derdikevin zozanan.
Apuhan diyar kir bere nikaribün herin zozanan ü wiha peyivi: "Wexta hewa germ dibe em heywanen xwe tinin zozanan. Jinen berivan roje du caran ten zozanan. Şir didoşin ü pener çedikin. Gundiyen li derdore bi wesaitan ten ü pener dikirin."
Abdurrahim Apuhan destnişan kir bere ji ber ewlehiye nikaribün derkevin zozanan ü got ku em niha ten zozanan ü heywanen xwe diçerinin. -
|