Li Agiriye kesen ku debara xwe bi masigiriye dikin, li ser Gola Masiyan a ku 2 hezar ü 241 raqim bilind e ü rüye we bi temami qeşa girtiye dest bi girtina masiyan kirin.
Gol 30 kilometre düri navçeya Ava Kevir e (Taşliçay) ü rüye gole qerimiye. Şeniyen hereme havine bi kelekan di gole da masiyan digrin ü turist ji li derdora gole ji xwe ra kampa çadiran dikin. Bi hatina zivistane ra gol qerimi ü dimenen xweş derketin hole. Li hereme şeniyen ku debara xwe bi masigiriye dikin, peşiye li ser gola ku rüye we qeşa kişandiye digerin ü cihen masiyan tesbit dikin.
Gundi cemeda ku ci bi ci metreyek e dişkenin ü 50 metreyi careki türen xwe berdidin nav gole ü li bende diminin. Pişti hefteyeke türen xwe ji gole derdixin.
Carinan biri ü bijangen masigiran di sir ü sermaye da diqerimin. Masigir masiyan ji türe derdixin ü türiken xwe tiji dikin ü ber bi evare vedigerin mala xwe.
Ji masigiran Hasan Yildiz got ku ci ü waren ku ew le dijin zivistane dijwar e ü 21 sal e ew zivistan ü havin masiyan digre ü wiha dewam kir:
"Piti ku hewa sar bü, rüye gole bi temami qeşa girt. Em li ser qeşaye ne ü bine me 25 metre kür e. Türen me hefteyeki di nav ave da diminin. Em paşe ten qeşaye dişkenin ü türen xwe derdixin. Masiyen ku em derdixin em qismeki wan dibin mala xwe ü bixwe dixwin ü qismeki ji difroşin. Em carinan ji bi olteyan alebalixan digrin. Em ji bo debara mala xwe dixebitin."
Ji masigiran Murat Kaçar ji got ku ji ber sir ü sermaye ew tengasiye dikşinin, ji bo debara xwe ew dikevin talükeye ü wiha dewam kir, "Em zivistane masiyen gole digrin ü pe debara mala xwe dikin. Her dere Gola Masiyan qerimi ye. Em her roj ser ve qerme diçin ü ten. Masi carinan ten carinan nayen." -
|