Li gunde Yukari Deredibiya ser Agiriye ku bi berfe xemiliye kesen debara xwe bi heywandariye dikin pişti kar ü bare xwe diqedinin li ser berfe dest bi peşbirke dikin ü bi xizangan xwe ji ser berfe dişiqitinin.
Berfa ku isal zede bari tesira xwe li çar aliye navenda bajer ü navçeyen we nişan da ü zehmetiyen jiyana rojane zede kir. Li bajer germahiya hewaye bi şev di bin sifire da heta 15 pileyan dadikeve ü kesen li Yukari Deredibiya gunde ser navçeya Xamüre dijin ji di van meh ü rojen bi berf ü seqem da jiyana xwe didominin.
Kesen li gund debara xwe bi heywandariye dikin sere sibehe zü radibin ü mefiren ber heywanen xwe bi ka ü em tiji dikin. Li gund stüriya berfe li hin cihan ji metreyeke zedetir e ü xwediyen heywanan bi taybeti ber bi dane nivroje va dewaren xwe ji bo avdane derdixin ü dibin ser çeme ku bi qasi kilometreyeke ji gund dür e.
Sere sibe kar, pişti nivroje kef
Xwediyen heywanan pişti ku pewistiyen heywanen xwe hel kirin wexte mayen ji edi li gor kefa xwe derbas dikin ü li meydana gund kom dibin ü dest bi peşbirke dikin.
Gundiyen ku ten bal hev digel berf ü seqeme her roj li ser berfe peşbirke dikin ü bi xizangen darin ji ji ser berfe xwe dişiqitinin.
"İsal berf zede bari"
Burhan Vançine ku bi salan e li gund heywandariye dike daxuyani da nüçegihane AAye ü diyar kir ku ji ber şert ü mercen xerab en hewaye zehmetiye dikişinin. Vançin got ku li gund germahiya hewaye car caran di bin sifire da heta 30 pileyi dadikeve ü wiha pe da çü: "Hewa sar dibe ü qeşa dikeve. İsal berf zede bari. Em heywanan ji gome derdixin ü dibin ser çeme ku bi qasi kilometreyeke ji gund dür e ü li wir av didin. Bi vi awayi piçek behna heywanan ji derdikeve. Bi qasi niv saete ew li derva diminin.
"Em zor ü zehmetiyen di nav da ne ji xwe ra weki firsende bi kar tinin"
Ciwan ü zaroken li gund ji di ve hewaya sar da pişti ali malbaten xwe dikin ü hemü kar ü bare xwe diqedinin dest bi kefe dikin. Ew yan bi xizangen darin li ser berfe peşbaziyen kaşüne dikin ü yan ji bi goge li ser berfe dest bi peşbirka fitbole dikin.
Xwendekare liseye Caner Yaka diyar kir ku ew ji şert ü mercen zor ü zehmet en gund istifade dikin ü wiha pe da çü: "Yen ji me mezintir bangi ciwanan dikin ü em ji li meydana gund bi wan ra dileyizin. Em wan zor ü zehmetiyen ku di nav da ne ji xwe ra weki firsend bi kar tinin. Roje bi qasi çar penc saetan peşbirke dikin." -
|