Li Wan, Hekari, Bidlis ü Müşe reyen 336 gundan ku ji ber barina berfe hatibün girtin, di encama xebaten ekiben paqijkirina berfe da vebün.
Li daxuyaniya Şaredariya Bajare Mezin Wane, ji bo vekirina reyen 72 gund ü goman ku di encama barina berfe da hatin girtin, xebat dan destpekirin. Hat diyarkirin ku ligel erdnigariya ase ü bilind, ekiban 43 re vekirin ü ji bo vekirina 29en mayin ji xebaten xwe didominin.
Ekiben Midüriyeta Rebejaye ya Herema 11emin ji ligel ihtimala rüdana rewşen nexweş, li deveren destnişankiri di amadebaşiye da ne.
Hekari
Li gori daxuyaniya Walitiya Hekariye, li Hekari ü navçeyen we di encama xebaten ku ji duh vir va dewam dikin da reyen 66 gund ü goman vebün. Ekiben paqijkirina berfe yen Reveberiya Taybet a Parezgehe ji bo vekirina reyen girti yen 21 gund ü gomen mayin ji xebaten xwe didominin.
Bidlis
Midüre Xizmeten Re ü Veguhestine ya Reveberiya Taybet a Parezgeha Bidlise Umit Kurtkan diyar kir ku ji reyen girti yen 166 gundan je reyen 132 gundan hatin vekirin. Kurtkan herwiha bal kişand ku di reyen 34 gundan da ji xebaten vekirine dewam dikin ü herwiha ekiben hawarçüne ji di amadebaşiye da ne.
Müş
Sekretere Reveberiya Taybet a Parezgeha Müşe Şeyhmus Yentur ji diyar kir ku li bajer reyen 95 gundan ku duh di ecama ketina berfe da hatin girtin, hemü vebün. Yentur herwiha diyar kir ku di reyan da ekib dixebitin ku reyan firehtir bikin. Yentur herwiha ji ber ked ü xebata wan, sipasiya ekiben paqijkirina berfe kir. Ji aliyeki din va li rebejaya Müş-Bidlise ajokaran ji ber mije zehmeti kişandin.
Hişyariya cemed, hişki ü mije
Li gori daxuyaniya Midüriyeta Meteorolojiye ya Herema 14emin, te texminkirin ku li hereme bi gişti hewa de pir ewrayi be, li dewrübera Hekariye sere sibehe berfeke hür de bibare. Herwiha deste sibehe ü nive şeve ligel cemed ü hişkiye, büsi ü cih cihan ji mij de çebe.
Li hereme herwisa germahi de di asta demsale da be, ba ji de ji mile bakur ü rojhilate bakur nerm, carinan ji niveqewi rabe. Te texminkirin ku germahiya heri bilind a roje li Wane 1, di bin sifire da li Hekari ü Bidlise 3, li Müşe ji pileyek be. -
|