Li Herema Rojhilate Anadoluye ji ber barina zede ya berfe ü bagere reyen 1609 gund ü taxan hatin girtin.
Li bajare Erzirome bi taybeti ji ber barina berfe ü bagere ku ev 3 roj e dewam dike, reyen 976 taxan hatin girtin.
Ekiben diji berfe yen Şaredariya Bajare Mezin xebaten xwe yen vekirina reyan ku bi tevahi dike 3659 kilometre, didominin.
Li navenda bajer ku ji ber berf ü bagere mesafeya ditine berjeri heya 250 metreyan bü, di reya Erzirom-Erzingane da ü herwiha di reya Erzirom-Agiriye da ajokaran zehmeti kişandin.
Erdexan
Li Erdexane ji ber berf ü bagere reyen 155 gundan hatin girtin.
Ligel ku li bajer barina berfe dewam dike, ekiben Reveberiya Taybet a Parezgehe ji bo vekirina reyan xebaten xwe didominin.
Li ser rebejayan ji berf ü bager di çün ü hatine da astengiyan derdixe. Bi taybeti di reya Erdexan-Posofe da çün ü hatin te kontrolkirin ü herwiha nahelin wesayiten zede giran derbas bibin.
Li Tunceliye reyen 185 gundan hatin girtin
Li Tunceliye ji ber barina berfe reyen 185 gundan hatin girtin.
Li piraniya bajer berfa ku ji evara 13e rebendane roja yekşeme vir va dewam dike, li ser jiyane tesira xwe ya nereni didomine.
Li Pulumure 40, li Perteke 27, li Ovacike 15, li Nazimiyeye 21, li Mazgirte 31, li Hozate 17 ü li navende ji 34, bi tevahi reyen 185 gundan hatin girtin.
7 ekiben Midüriyeta Re ü Xizmeten Veguhastine ya Reveberiya Taybet a Parezgehe ji bo vekirina reyen gundan benavber dixebitin.
Li Erzingane reyen 252 gundan tunene
Li Erzingane ji ji ber berfe li navenda parezgehe 5, ji navçeyan li Çayirliye 50, li İliçe 25, li Kemah 25, li Kemaliyeye 30, li Otlukbeliye 10, li Refahiyeye 60, li Tercane 40, li Uzumluye 7, bi tevahi reyen 252 gundan hatin girtin.
Ji bo vekirina reyan 11 ekib bi 8 greyder, 4 makine ku kera wan a berfe heye, dozerek, 8 kepçe ü makineyen berfe va dixebitin.
Li Agiriye reyen 25 gundan tunene
Li Agiriye ji ji ber barina berfe ku duh bi şev dest pe kir ü binavber dewam dike, reyen 25 gundan hatin girtin.
Di daxuyaniya Reveberiya Taybet a Parezgehe da hat destnişankirin ku ekib xebaten xwe benavber didominin da ku reyen girti ben vekirin.
Li Qerse reyen 16 gundan hatin girtin
Li Qerse ji bager ü barina berfe ku deste sibehe xwe da nişan, li ser jiyane tesireke nereni kir.
Li bajer welatiyen ku deste sibehe bere xwe dan kargehan ü xwendekaren ku çün dibistanan geleki zehmeti kişandin. Ekiben şaredariye li navenda bajer xebata paqijkirin ü avetina berfe kirin.
Ji ber berf ü bagere li navenda parezgehe 2, ji navçeyan li Akyakaye 3, li Arpaçaye 8, li Digore 1, li Sariqamişe 1, li Selime 1 bi tevahi reyen 16 gundan hatin girtin.
Ekiben Reveberiya Taybet a Parezgehe xebaten xwe yen vekirina reyan didominin. -
|