Li Herema Rojhilate Anadoluye li Erzirom, Qers ü Agiriye reyen 135 gund ü taxan hatin girtin.
Li hereme berfa ku bi navber bari, bager ü hişkiye bi taybeti li gund ü taxen düri navenden bajer li ser jiyane tesireke nereni kir.
Li Erzirome pişti barina berfe reyen 79 taxan hatin girtin.
Ekiben paqijkirina berfe yen Şaredariya Bajare Mezin ji bo vekirina reyan xebaten xwe didominin.
Qers
Li Qerse ji ber şerten nereni yen hewaye reyen 17 gundan hatin girtin.
Ji ber barina berfa ku duh dest pe kir, li bajer welatiyan zehmeti kişand.
Ji ber bager ü barina berfe li Digore 3, li Sariqamişe 6 ü li Susuze ji reyen 8 gundan hatin girtin. Ji bo vekirina reyan, ekiben Reveberiya Taybet a Parezgehe dixebitin.
Agiri
Di daxuyaniya Reveberiya Taybet a Parezgeha Agiriye da hat ragihandin ku pişti barina zede ya berfe, li bajer reyen 39 gundan hatin girtin.
Di daxuyaniye da herwisa hat diyarkirin, ji bo vekirina reyen girti, 78 makineyen şixul, 91 personel ü 8 ekiben mobil dişixulin.
Di daxuyaniya Şeftiya Şaxa 123yemin a Rebejaye da ji hat destnişankirin ku li Qerse reya Cumaçay-Qaqizmane ya ku dikeve aliye Agiriye ji ber barina berfe ü bagere ji trafiqe ra hat girtin.
Hat gotin ku ji bo vekirina re, xebat didomin.
Ekiben berfe yen Şaredariya Agiriye ku duh pişti barina berfe dest bi xebaten xwe kiribün, dişixulin. -
|