Li Wan, Müş, Hekari ü Bidlise ji ber şerten neyeni yen hewaye reyen 542 gund ü goman hatin girtin.
Li gori daxuyaniya Şaredariya Bajare Mezin a Wane, li navenda bajer ü navçeyan ji ber barina berfe ü bagere reyen 146 gund ü goman hatin girtin.
Ekiben paqijkirina berfe yen ku xebaten xwe yen vekirina reyan ü paqijkirina peyareyen li navenda bajer didominin, 146 hezar metroküp berfa li bajer bi 11 hezar seferen kamyonan va birin dervayi bajer vala kirin.
Hekari
Li Hekariya ku berfa ve axiriye bari, tesireke neyeni li jiyane kir, ji ber barina berfe, bager ü şepeye reyen 73 gundan ü 189 goman hatin girtin.
Ekiben Reveberiya Taybet en ku di şerten giran en demsal ü erdnigariye da xebaten xwe didominin, ji bo vekirina 262 reyen girti, di hewl ü xebata xwe da berdewam in.
Li navçeya Şemdinliye şepeya ku li tanga Şapatane ket rebejaye, bi deste ekiben Şeftiya Rebejaye ya Şaxa 117emin hat paqijkirin.
Bidlis/Müş
Midüre Xizmeten Re ü Veguhestine ya Reveberiya Taybet a Parezgeha Bidlise Umit Kurtkan diyar kir ku li bajer ji ber berfe reyen 53 gundan hatin girtin.
Kurtkan herwiha destnişan kir ku ji bo vekirina reyen girti, xebat dewam dikin.
Herwisa ekiben şaredari ü rebejaye li navenda bajer xebata paqijkirina berfe ü refirehkirine kirin.
Midüre Xizmeten Re ü Veguhestine ya Reveberiya Taybet a Parezgehe Müşe Nihat Rençber ji diyar kir ku li seransere parezgehe reyen 81 gundan girti ne ü xebaten vekirina reyan dewam dikin.
Hişyariya cemed ü şepeye
Li gori daxuyaniya Midüriyeta Meteorolojiye ya Herema 14emin, te texminkirin ku li hereme bi gişti hewa de pir ewrayi be ü dewrübera Hekariye ji berf de bibare. Herwiha deste sibehe ü nive şeve ligel cemed ü hişkiye, büsi ü cih cihan ji mij de çebe.
Li hereme herwisa te texminkirin ku germahi de 2 an ji 4 pile zede bibe, ba ji de ji mile bakur nerm, carinan ji niveqewi rabe.
Te texminkirin ku germahiya nava roje li Wane 4, li Hekariye 2, li Bidlise 1 ü li Müşe ji 0 pile be.
Herwiha hişyariya we yeke ji hat dayin ku li hereme cemed de bikeve erde ü herwisa risk heye ku li palen zede çik, şepe bikeve ü lewma ji dive welati ü kesen eleqedar baldar bin. -
|