Li Selima navçeya Qerse "Peşbaziya Hespan a Kevneşop" hat lidarxistin ü di peşbaziye da dimenen balkeş derketin hole.
Li Benliehmeda gunde Selim li texma Kesikkopriye ya li rexe rebejaya Qaqizmane peşbaziya hespan hat lidarxistin.
Li eraziye bi berf siwaren hespan parkura 7,5 kilometreyi li gund temam kirin.
Di peşbaziye da İbrahim Yilmazel bi hespe xwe ye Umut Efe va reza ewil bi dest xist. Ekin Aykut kete reza duduyan ü Yakup Cece ji kere reza seyan.
Cengiz Bulute xwediye Umut Efe hespe kete reza ewil xelata xwe hilda. Bulut paşe ji bo hespe xwe li ber dere mala xwe qurban serje kir.
İbrahim Yilmazele siyar ji daxuyani da rojnamevanan ü diyar kir ku geleki kefxweş bü ü wiha got: "Hespe me qezenc kir. Ev peşbaziya me ya ewil bü, parkur hineki zor bü. İnşaellah em e li parkure ji ve baştir ji hespen xwe biajon."
Rahmi Korkmaze mixtare Benliehmede ji got peşbaziyeke bi kelecani ditin ü wiha axivi: "Hespen me baş revin. Em e bi Kuluba Sporen Hespe ya Benliehmede va kevneşopiya xwe bidominin. Em li bende ne ku her kes were temaşe bike."
Bulut ji got peşbaziya kal ü bavan didominin. -
|