Li Qersa ji bo heywandari ü cotkariya li welet navendeke giring e welatiyen debara xwe bi heywandariye dikin dest bi gihaçinine kirin.
Li Herema Rojhilate zivistan direj ü bi zihmet derbas dibe. Heywandar ü gundiyen li Qerse ji bo alife zivistane ye pez ü dewaren xwe bi motor ü tirpanan gihe diçinin.
Ji ber zivistana direj dikişine heywandar kemzede 6 mehan heywanen xwe di hundir da xweyi dikin, nika ji ji bo alife pez ü dewaren xwe bidin ser hev dest gihaçinine kirin ü ew e bi rojan vi kari bidominin.
Gundi bi derketiya roje diçin mergan dest bi çinina gihe dikin ü hetani evare karen xwe didominin.
Gihaye te çinin ji bo hişk bibe ü di gurz, balye ü xiroman da nerize çendeki li erde dimine. Gundi pişti ve gihaye xwe dixin gurz, xirom an ji balye ü li nezi gund didin ser hev ü dixin lod. Gihaye zede bimine ji difroşin ü pe debara xwe dikin.
Gencay Demire heywandar daxuyani da nüçegihane AAye ü diyar kir ku ji bo alife zivistane ji niha va amadehiyan dikin ü alif didin ser hev.
Demir destnişan kir ku dema giha te asta çinine dest pe dikin diçinin ü wiha pe da çü: "Em peşiya mergan diçinin, wan dixin balye ü bi traktoran dikişinin dixin lod. İnşallah em e demeke şünda ji dest bi zeviçinine bikin ü ceh ü genime xwe biçinin. Gihaçinin bi qasi hefteyeke dewam dike. Ji ber deste sibe hetani evare em dixebitin. Ji merga ku me çinibü ü iro gihaye we dikişinin 120-130 balye derketin. Em bi traktor ü quweta milan va gihe dikişinin ü dixin lod." -
|