Li Ovacixa navçeya Tunceliye ya ku zivistana we pir dijwar derbas dibe, heywandar ji bo ku peze xwe av bidin ü alif bikin, adeta tekoşine didin.
Li navçeya raqim 1500 ya ku di nava çiyayen ase da dimine ü nifüse we ji 6 hezar ü 533 ye, stüriya berfe gihişt 1,5 metreyi ku ev yek kare heywandaran pir dijwar dike.
Heywandaren ku havine diçin zozanen li çiyayen Mercan ü Munzure, gava zivistan nezik dibe vedigerin gunden xwe.
Heywandar di rojkurtiken zivistane da sibehe zü radibin ü diçin nav pez.
Heywandar her wiha ji lode ya weki pişti an ji bi xizeke giha dibin ser dirüngeye.
Disa li gunde ku zivistana we pir dijwar e, her ku berf dibare, şeniyen gund lekanan pe dikin ü pe reya kaniye vedikin.
Mixtare gund Aziz Kapar ji peyamnere AAye ra diyar kir ku li Ovacixe her sal zehf berf dikeve ü wiha dewam kir, "Barina berfe ji bo me bereket e ü gava nebare li vir heywandari ü çandini ji dikeve tengasiyeke mezin. Ji ber berf ü bagere em carinan nikarin ji hundir derkevin. Her wiha gava berf dibare em ser xani ü avahiyan ancax di 2 rojan da paqij dikin."
Xwediye bira bizinan Ali İhsan Yetik ji diyar kir, her heremek şerten we yen demsali cuda ye ü li Ovacixe ji zivistane bi metreyan berf dibare.
Yetik bal kişand ku navçe her demsal bi xwezaya xwe bale dikişine ü wiha got, "Bereketa vi memleketi berf e. Heke berf nebe, ber ü bereket ji nabe, hilberin namine ü xela de çebe. Vega stüriya berfe dora 130 santimetreyi ye."
Heywandar Firat İnceoglu ji got, ji bo ku teserüfa alif bike, ew carinan bizinen xwe dibe nav daristanen darberüyan. -
|