Lijneya Reveberiye ya Borseya Bazirganiye ya Nisebine daxuyani da ku piştgiriye dide tekoşina diji enflasyone.
Di seroktiya Necdet Aktaşe Seroke Lijneya Revebriye ya Borseya Bazirganiye da civin hat kirin ü pişti civine daxuyani hat dayin.
Serok Aktaş diyar kir ku weki Borseya Bazirganiye ü gele Nisebine piştgiriye didin hemleya tekoşina diji enflasyone.
Aktaş got ku giringiyeke mezin didin Bernameya Tekoşina Diji Enflasyone ya bi deste Wezire Xezine ü Darayiye Berat Albayrak hat eşkerekirin ü wiha pe da çü:
"İstiqrara biha nişana rewşa makroekonomiye ye. Ji sala 2002yan vir da Tirkiyeye hem mali hem ji siyasi istiqrar domand, enflasyon daxist bine reqemen cot. Di van demen dawin da ji ber zedebüna bihaye dowize enflasyon disa zede bü. Hem em hem ji xeridar di tengasiye da man. Ne dewlet ne ji sektora taybet dikare bi tena sere xwe tekoşina diji enflasyone bidomine. Ev wezifeya me hemüyan e. Tekoşina diji enflasyone te meneya tekoşina diji bekariye, faiza zede ji."
Pişti daxuyaniye endamen lijneya reveberiye ya Borseya Bazirganiye broşuren Tekoşina Diji Enflasyone li dikanan belav kirin. -
|