Li Nigdeye otobes wergeriya, 3 kes te da mirin, 41 kes birindar bün.
Otobesa ku ji Edeneye diçü Konyaye, nasnameya şofere we he nehatiye kifşkirin ü plaqeya we 41 C 0641 e, di Otoreya Edene-Nigdeye da li texma gunde Guneye ji kontrole derket ü wergeriya şarampole.
Li ser exbare gelek ekiben poles, cendirme, itfaiye, tenduristi, AFAD ü UMKEye sewqi cihe qezaye kirin.
Di qezaye da 3 kes mirin, 5 je giran 41 kes birindar bün.
Waliye Nigdeye Mustafa Koç hat cihe qezaye, agahi hilda ü paşe daxuyani da mensüben çapemeniye ü wiha dewam kir, "Otobesa firmayeke taybet ji Edeneye ciwanen me dianin aliye Konyaye. Otobes dora saet 4an li texma gunde Guneye ji ber sedemeke ku he nehatiye tesbitkirin qeza kiriye. Mixabin di qezaye da 3 welatiyen me mirine, 41 welatiyen me ji birindar büne."
Koç daxuyand ku birindar rakirin nexweşxaneyen Nigde, Bor, Eregli ü Ulukişlaye ü wiha dewam kir, "Büyereke xembar e. Xwede rehma xwe li welatiyen me yen ku mirin, bike, Xwede şifaye ji birindaren me ra bişine. Piraniya birindaran xwendekaren Zaningeha Selçuke ne." -
|