Musa Selgiye 72 sali ye xelke gunde Serinbayira Xelata navçeya Bidlise, li Nemrüda ku je ra dibeje "mala min" 48 sal e bi awayeki xwebexş notirvaniye dike ü di paqijkirin ü parastina devere da dibe xwediked.
Selgiye ku dema zarok bü, digel bave xwe ji bo berhevkirina şaxen daran ü her wiha qirş ü qalan diçü Çiyaye Nemrüde, bü hejmetkare devere.
Selgi hema hema her roj ji gunde xwe ye 20 kilometre dür, çü Nemrüde ü xwest ku her dere hereme nas bike.
Selgiye ku herem bi ziyaretvanen xwemali ü biyani da naskirin, sala 1987an li ser peşniyaza eskereki birutbe ye ku li vir nas kir, dest bi çekirin ü firotina çay kir.
Selgi her wisa bi qasi 20 sal bere ji ocaxa xwe ya çay dewri kure xwe kir. Lebele digel ve ji deste wi ji Nemrüde nebü ku ji zaroktiya xwe ü vir va peywendiyeke hestiyari pe ra daniye. Selgi digel salen xwe yen zede, bi eşq ü şewq notirvaniya devere dike, zibil berhev dike ü insanan hişyar dike ku dorhele qirej nekin.
Selgi di daxuyaniya xwe ya da peyamnere AAye da diyar kir, bere ji ber ku re tunebü, kem kes dihatin ziyareta Nemrüde ü wiha dewam kir:
"Wesayit nikaribün derkevin. Em bi tene an bi erebeya ga an ji bi traktore dihatin. Carinan di heman roje da me nikaribü em vegerin, me şeva xwe li vir derbas dikir. Ev der ciyeki mina cinete ye. Ke te dibine, heyran ü hejmetkar dimine."
Selgi diyar kir, ew li devere timi zibil berhev dike ü daran dipareze ü wiha got, "Zedeyi nive emre min li vir derbas bü. Ev der mina mala min e. Zaroken min li vir çay difiroşin. Ez edi kal büme le disa ji ez xwedi li devere derdikevim. Ez kinge behnteng dibim ji tem vir ü li vir behna min derte." -
|