Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 25/04/2024 23:49 
News  > 

Li Mûşê jimara malbatên ku seba zarokên xwe li pêşiya HDPyê çalakiyê dikin derket 12an

20.10.2021 15:41

Li Müşe jimara malbaten ku HDPye weki berpirse revandina zaroken xwe dibinin ü li ber avahiya serokatiya bajer a HDPye hefteye rojeke çalakiya rüniştine dikin, zede bün. Du malbaten din beşdar bün jimara malbatan derket 12an.

Malbaten ku bi heviya bigihejin zaroken xwe, her hefte li ber avahiya HDPye ten cem hev, pankarten "Ewlade min bide min", "Dayik tedikoşin", "Edi bes e dest ji pesira me bikişinin" ü "Bes e edi ewladen me berdin" vekirin.

Malbaten ku weneyen zaroken xwe dan deste xwe, li diji HDPye durişm berz kirin.

Mustafa Gorene ku beşdari çalakiye bü, got ku biraye wi di sala 2013an da li Çorluya navçeya Tekirdage hat xapandin ü revandin.

Goren diyar kir, ew heta bigiheje biraye xwe, we çalakiye bidomine ü wiha dewam kir, "Biraye min were, xwe bispere hembeza bişewqet a dewlete. Em li benda te ne. Dayika me ya pir edi tamiş nabe. Beri ku bimire were bira te bibine. Dewleta me we di her mijare da bibe alikare we. Netirsin ü bi kesi bawer nekin. Dewlet we we xelas bike. 8 sal e ku me ji biraye min tu xeber hilnedaye. Heta biraye min neye ez peye wi bernadim."

Pinar Aslana ku seba kure xwe nü beşdar büye ji got ku kure we he 12 sali bü, ew revandin ü 8 sal in ew tu xebere je hilnadin.

Aslane got ku ew xeyala we roja ku we bigiheje kure xwe dike ü wiha dewam kir, "Çawa xapandine ez nizanim. Ez dixwazim kure min were. 8 sal e ez le digerim, nabinim. Min tu xeber je hilneda. Em dixwazin bigihejin zaroken xwe. Ji iro pe va ve dere an ji Diyarbekir, ku dibe bira bibe, ez e herim ü beşdari çalakiye bibim. Meriv ji bo ewlade xwe her tişti dike."

Ji dayikan Naciye Sonmez Yildize ji got ku kure we wexta ku li Tetwana navçeya Bidlise dixwend, hat xapandin ü revandin.

Yildize kure xwe ji HDPye xwest. üwiha got, "Kure min teslimi dewlete bibe. Eşkence tuneye. Li ve dere her tişt baş e. Jiyana we dere püç e. HDPye hün xapandin. Dewleta me we bibe alikar ü kure min bine." -



 
Latest News





 
 
Top News