Seroke Jüra Ziraete ya Müşe Hakim Yildirim idia kir ku li bajer ji ber ku germahi dereng hat ü gelek baran bari, 15 hezar cotkar mexdür bün.
Yildirim di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ji ber sedemen nereni cotkaran zeviyen xwe meheki dereng ajotin ü lewma ji li gori sala çüyi silq 30 roj, garis ü berhemen din ji 25 roj dereng hatin reşandin.
Yildirim destnişan kir, ji ber ku beref dereng ji erde rabü ü gelek baran bari, cotkar neçün sere zeviyen xwe ü wiha dewam kir:
"Ji ber van sedemen nereni cotkaren me hem di ware biterkirina alif ji bo heywanan ü hem ji di ware ajotina zeviyan da geleki zehmeti kişandin ü bi derengi ketin. Li parezgeha me digel ku nive meha gulane derbas bü, lebele he ji 15 hezar cotkar ajotin ü reşadina zeviyan didominin. Bi taybeti ji di danina silqan da pirsgirek derket."
Xelke gunde Kiyik e li ser navende Mehmet Gergin ji diyar kir ku wan zeviyen xwe dereng danin ü lewma ji ew di ber ü berhemdariya zeviyan da fikara wan heye ü wiha got, "Digel meha remezane, em hewil didin ü dixebitin da ku danina zeviyan temam bibe."
Gergin got ku par ve deme kilebkirina yekemin a silqan xilas bübü, lebele isal wan he ji danin temam nekiriye. -
|