Bi deste Zaningeha Müş Alparslan (ZMA) ü Projeya Rojhilate Anadoluye (PRA) "Şahiya Zaniste ya Seferberiya Naskirin ü Femkirina Zarokan" hat lidarxistin.
Çalakiya li Navenda Çand ü Kongreye ya ZMAye bi xwendina Sirüda Neteweyi va dest pe kir.
Kordinatora Projeye ü Endama Hindekariye ya Şaxa Makezanista Perwerdeya Peşdibistane ya Fakulteya Perwerdeye ya ZMAye Alk. Doç. Dr. Esra Demire di axaftina xwe da destnişan kir ku kordinatoriya projeye spartin we ku ev yek ji bo we serbilindiyeke mezin e.
Demire diyar kir, armanca wan ew e ku Müşe bikin bajareki wisa da ku ji zarokan hez bikin, nas bikin ü pe bihisin ka taybetiyen wan çi ne ü wiha pe da çü:
"İro Roja Mafen Zarokan a Cihani ye. Mijara me ji zarok ü mafen wan in. Çalakiya me we heya evare bi konferas, panel ü konseran bidome. Em ji ber xaileya jiyane ji zaroken xwe dür dikevin. Ji ber hinde armanca me ew e ku de ü bav der heqe zaroken xwe da şareza bibin."
Xwendekaren zaningehe, weli ü zarok beşdari çalakiya ku bi konsere dewam kir, bün. -
|