Ji bo guherina Qanüna Bingehin a dibeje Ebdilfetah Sisiye Serokomare Misre hetani sala 2030yi li ser text bimine li nav welet dest bi dengdayine kirin.
Ji 61 milyon ü 344 hezari zedetir hilbijer li gelek ciyen welet ji saet 09.00an pe va dest bi dengdayine kirin. Hilbijer ew e hetani saet 21.00i rayen xwe biavejin.
Serokomar Sisi ji li navenda hilbijartine ya li rojhilate Qahireye raya xwe avet.
Ji bo hilbijeren li dervaye welet dengdayine duh dest pe kiribü, dengdayina hilbijeren li nav ü dervaye welet ew e 3 rojan dewam bike.
Mixalefeta Misre dibeje "na"
Komen siyasi yen cuda yen li Misre beriya referandume daxuyani dabün ü gotibün ku ew e beşdari referandume bibin ü raya "na"ye bidin.
Teşkilata Birayen Misliman (İxwan) ji diyar kiribü ku ew e referandume boykot bikin.
Di referandume da çi heye
Bi referandum ew e 13 xalen Qanüna Bingehin werin guherandin 9 xalen teze le werin zedekirin. Li gor ve ji peşi li Serokomar Sisi vedibe ku hetani sala 2030yi li ser text bimine.
Di ve çarçoveye da 4 roj bere li lijneya gişti ya meclise teklifa dibeje dema wezifeya Sisi ji 4 salan derxin 6 salan ü careke disa were hilbijartin hatibü qebülkirin. -
|