Pişti erişa çekdari ya ser cihe ewlehiye ya li bajare Sinaya Bakur a Misre erişa çekdari hat kirin ü pişti erişe pevçün derket, di pevçüne de 15 esker mirin ü birindar bün.
Berdevke Arteşa Misre Albay Tamir er-Rifai ji ser hesaba xwe ya Facebooke daxuyaniyeke niviski da ü diyar kir ku komeke teroristan li Sinaya Bakur erişa çekdari bir ser cihe ewlehiye.
Rifai got ku hezen ewlehiye bersiva ve erişe dan ü ji erişkaran 7 kes hatin kuştin ü got ku "Di pevçüna ku derket de yek je efser 15 esker mirin ü birindar bün."
Tamir er-Rifai agahi neda ka ji eskeran çend mirin ü birindar bün ü da zanin ku li hereme xebaten legerin ü kontrole dewam dikin.
Li bajaren Refah ü Arişe yen li Sinaya Bakur a ku dikeve bakure rojhilate welet komen çekdar car carna eriş dikin.
Arteşa Misre ü teşkilata ewlehiye ji ilona 2013an vir ve bi hinceta ku li gelek bajaren li Sinaye erişi hezen ewlehiye dikin operasyona dibe ser hemanen ku wek "terorist ü tekfirker" bi nav dike.
Te diyarkirin ku li Sinaye hin komen çekdar en weki Ensar Beyt el-Maqdisa ku di sermaweza 2014an de ilan kir ku biade DEAŞe kiriye ü nave xwe weki "Wilayeta Sinaye" guhert aktif in. -
|