Berdevke Serokomariye İbrahim Kalin: "Li Minbice xebaten ji bona perwerde ü dewriyeya muşterek li ber temambüne ne. Rayedaren Arteşa Tirkiyeye ü Amerikaye li qade kordinasyone çedikin."
Kalin li Kuliyeya Serokomariye daxuyaniya çapemeniye da ü der bare rojeve da axivi.
Berdevke Serokomariye Kalin der bare xebaten li İdlibe ten meşandin da wiha got: "MİT, Arteşa Tirkiyeye ü Hezen Taybet bi hev ra bi Rüsan ra li ser mijaren qadeke 15-20 kilometroqere ya ji çekan hatiye paqijkirin we çawa be avakirin, hezen terore we çawa ji hereme ben derxistin ü pasifizekirin ü çek çawa ben komkirin ü rebaze tesbit bikin li qade dixebitin."
Kalin bal kişand ser nexşereya li Minbice ü diyar kir dixwazin nexşereya Minbice weki hatiye plankirin beyi ku bi derengi bikeve bi ci were ü wiha got: "Nexşereya Minbice peymaneke giring e, em li ser ve ne, çi hewce dike em e bikin. Lebele di heman deme da angajmana bi YPG ü PYDye ra ya reveberiya Amerikaye dewam dike, ev ji ji bo me sedema fikaran e."
İbrahim Kalin diyar kir ji aliyeki va nexşereya Minbice pek tinin ü ji aliye din va ji piştgiriya silahan, finanse, siyasi, medyaye ya didin YPG ü PYDye didominin ü got ev tu care naye qebülkirin.
Berdevke Serokomariye Kalin diyar kir Tirkiye di peşengiya Birez Serokomar da diplomasiya aştiye ya kurewi dimeşine ü got dive raya navneteweyi ji berpirsyariya xwe ya siyasi ü insani bi ci bine.
İbrahim Kalin destnişan kir li Minbice xebaten ji bo dewriyeya hevpar dewam dikin ü wiha got: "Arteşa Tirkiyeye bi hevtayen xwe yen Amerikaye ra li qade ve kordine dikin. Di demeke nez da hem dewriyeyen hevpar hem ji perwerdeya hevpar ew e dest pe bikin."
Kalin der bare operasyonen li derva ten meşandin da destnişan kir li dervayi welet operasyonen MİTe ü saziyen eleqedar yen diji rexistinen terore we bi biryardari dewam bikin ü wiha got: "Rexistinen terore kijan rebaze diemilinin bira biemilinin ü li qade bi ke ra hevkariye bikin ji we ji ber sücen diji Tirkiyeye bersiva xwe hildin ü ben cezakirin."
Berdevke Serokomariye Kalin destnişan kir rast ü adilane nine ku hemü baren meseleya Süriyeye, mijara İdlibe ü şere diji terore bidin ser milen Tirkiyeye ü ev bi tu awayi naye qebülkirin."
Kalin diyar kir weki mijara Reyhanliye salek yan ji 3 sal ü 5 sal bi şün da be ji kesen diji Tirkiyeye süc kirine miheqeq we derkevin ber edalete ü wiha got: "Ev ji bo hemü rexistinen terore ye ü ji vir ez dixwazin bi eşkereyi bibejim."
İbrahim Kalin der bare 12 ciyen çavderiye yen li İdlibe da diyar kir mesele jimar nine ü got le di ware teqwiyeye da em e ji vir pe da ji gaven hewce dikin biavejin.
Kalin ji bona şere diji FETOye destnişan kir Komara Tirkiyeye we destüre nede ku FETO bi reheti tevbigere ü got dive her kes ve bizanibe.
Berdevke Serokomariye Kalin ji bona Firariyen FETOye diyar kir tirsa dewleta Komara Tirkiyeye ew e her tim di dile wan da be.
Kalin li ser pirsa der bare daxuyaniyen Devlet Bahçeliye Seroke Gişti ye MHPye da wiha got: "Gori rihe itifaqe nişan dide ku ber bi hilbijartine va planan rast dikin ü em ji ber van daxuyaniyan kefxweş in."
İbrahim Kalin der bare hevditina Erdogan-Bahçeli da ji destnişan kir pişti vegera ji Amerikaye ihtimal heye careke din be rojeve. -
|