Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 20/04/2024 16:17 
News  > 

Li Mala Dengbêjan dîsa kilam tên gotin

17.10.2020 13:26

Li Diyarbekire Mala Dengbejan a ji bo domandina dengbejiya edebiyata devki ya Kurdan bi deste Şaredariya Bajare Mezin hatibü vekirin ü di çarçoveya tevdiren virusa koronaye ya tipa nü (Kovid-19) da hatibü girtin disa hat vekirin ü le denge dengbejan olan dide.

Mala Dengbejan a Şaredariya Bajare Mezin a Diyarbekire ji bo domandina dengbejiye li qonaxeke diroki vekiribü di çarçoveya tevdiren Kovid-19e da di 15e adare da hatibü girtin.

Di çarçoveya tevdiran da Mala Dengbejan disa hat vekirin, dengbejen li qonaxe kom bün ü stranen qala destan, hezkirin, tebiet, jan, eş, ü hesrete dikin dibejin.

Dengbejen bere gund gund digeriyan sitran digotin nika li Mala Dengbejan kom dibin ü ziyarevan ü mevan ji ji ber vekirina male geleki kefxweş in.

"Diwanen me yen dengbejan ew e 6 rojen hefteye dewam bikin"

Ali Çelike Seroke Daireya Karen Çand ü Civaki ya Şaredariya Bajare Mezin a Diyarbekire daxuyani da nüçegihane AAye ü diyar kir ku ji ber pandemiye navber dan diwanen dengbejan.

Çelik got bi tevdiren hildan va disa dest bi diwanen dengbejan kirin ü wiha pe da çü: "Hem Diyarbekiri hem ji hezkiriyen dengbejan hatin ve dere. Demeke direj bü hesreta kilaman mabün. JI ve hefteye pe va xebaten me dest pe kirin. Xenci roja duşeme her roj diwanen me yen dengbejan ew e hebin. Her roj di navbera saet 10.00-17.00an da qonaxe vekiri be."

Çelik got ji ber ku tekoşina diji Kovid-19e he dewam dike tevdiran hildidin ü wiha pe da çü: "Em bi taybeti ji mevanen xwe dixwazin ku rüpeçen xwe bidin ber deve xwe. Ji bo dezenfektane xebaten lazim dikin hatin kirin. Li ve dere ji bo mesafeya fiziki ji baldari heye. Me hemü tevdir hildan."

Hasan Biliciye dengbej diyar kir ku kemzede pevajoya 6 mehe di mala xwe da derbas kir, bi vekirina Mala Dengbejan va disa dest bi gotina kilaman kirin.

Bilici got bi Kovid-19e ketibü je xilas bü ü wiha axivi: "İro gelek kes hatin guhdariya me. Em ji ve şün da li ve dere ne ü kefxweş in."

Huseyin Suphandage ji mevanen Mala Dengbejan got ji ber nexweşiye navber dabün xebatan ji ber ku hat vekirin ji kefxweş bün.

Suphandag wiha pe da çü: "Ev dera 6 meh bü girti bü. Dema guhdari dikim kefxweş dibim. Xwede je razi ev der hat vekirin. Ev dera ji bo me serbilindi ye." -



 
Latest News





 
 
Top News