Şaredare bajare Beni Welida Libyaye Salim Newir got ji sedi 90e eskeren bipere yen di bin bane şirketa ewlehiye Wagner a Ürisan da bün ü di nav refen Xelife Hefter da şer dikirin, ber bi başür va vekişiyan.
Newir daxuyani da televizyona Libyaye El-Ehrare ü got ji sedi 90e eskeren bipere bi konvoyeke mezin terka bajer kirin.
Newir ani ziman konvoya eskeran ya qasi 7 kilometro direj bü ji bajer derket ü ber bü başür va çü.
Der bare pergala parastine ya esmani ya li Balafirgeha Beni Welide da ji Newir got he nediyar e ka wan alav birine an na.
Berdevke Arteşa Libyaye Mihemed Kununu di 25e Gulane da daxuyandibü ji eskeren bipere ben texliyekirin di nav 24 saetan da 15 balafiren kargoye yen eskeri hatin Balafirgeha Beni Welide.
Arteşa Libyaye di 18e Gulane da Baregeha Watiyeye ya eskeri bi dest xistibü, pişti ve hewl te dayin ku başüre Trabluse ji milisen Hefter ben paqijkirin. -
|