Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 24/04/2024 19:47 
News  > 

Li Kongoyê 17 Gorên Komî Yên Din Jî Hatin Dîtin

20.04.2017 11:58

Hat ragihandin ku li Komara Demokratik a Kongoye ku li navina Efriqaye dikeve, 17 goren komi yen din ji hatin ditin.



Direktore Buroya Mafen Mirovan a Neteweyen Yekbüyi (NY) ya li Komara Demokratik a Kongoye Jose Maria Aranaz di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnere AAye da destnişan kir ku li herema Kasai ku dikeve navina welat, di büyeren tundiye yen ku van 8 mehen dawin qewimin da 17 goren komi yen din ji hatin ditin.



Aranaz diyar kir ku li Kasaiye hejmara komegoran derket 40an ü herwiha rayedar dive di kurtedemeke da nasname ü sedema mirina kesen di goran da kifş bikin.



Aranaz disa daxuyandibü ku di sere ve mehe da li herema Kasaiye 23 komegor hatin tespitkirin.



Herema li navina welat ve axiriye ji ber erişen koma çekdar a bi nave Kamuina Nsapu büyeren tundiye diqewimin.



Koma çekdar ji bo tola serkirdeye xwe Kamuina ku par di meha tebaxe da bi deste polesan hatibü kuştin, çalakiyan li dar dixe. Herwiha li hereme ev kom weki berpirse mirina bi dehan kesan te ditin.



Li gori daneyen NYye ji ber şer pevçünen di navbera koma çekdar ü hezen ewlekariye da heya niha zedetiri 400 kesi cane xwe ji dest da. Hikümete ji ragihandibü ku di pevçünan da neziki 100 poles ü leşker mirin. -



 
Latest News





 
 
Top News