Hesen Müsaye 81 sali ye ku bi leqeba "Hesene Entikevan" e ku li navçeya Dakuka li ser Kerküka bajare Iraqe diji eşyayen ku di 40 salan da berhev kir ü giranbiha ne li beşeke mizgefta ku bi derfeten xwe çekiriye peşkeşi meraqdaren nostaljiye dike.
Hesen Müsa nive emre xwe da berhevkirina entikeyan ü cer, şamdan, lembeya xaze, radyo, televizyon, telefon, utiya agir, makineyen weneyan en ku ji salen 1950yi ü pişt we mane peşkeş dike.
Müsa her roj yeke nü li sere zede dike ü qade dewlemend dike ü gele navçeye ü npstalji hezan ji teşwiq dike ku entikeyen xwe bibexşinin.
Hesene entikevan daxuyaniyek da nüçegihane Aye ü got ku "Ji biraya xwe va ez hemü entikeyen li dora xwe berhev dikim ü dikirim"
Müsa diyar kir ku dema ciwan bün hevalen wi hemü pereyen xwe ji bo geşt ü kefe xerc dikir le wi hemü pereyen xwe didan entikeyan ü got ku "Ez ji hezari zedetir amüren diroke yen giranbiha bi awayeki heri baş mihafeze dikim."
Müsa got salen ewil eşyayen entike li male kom dikir lewra de ü bave wi bertek nişan dan ü behs kir ku paşe dosten wi yen nez yen ku qimeta kare ew dike dizaniyan piştgiri dane.
Müsa got ku her sibehe zü ji navçeye radibe ü diçe navenda bajare Kerküke ü wir li bazara amüren kevin antikeyen dibine dikire.
Müsa da zanin ku çendi sal e gelek amüren diroki yen weki çek, tifing, dizik, kahür, kurtan ü lembeyan weki çave xwe dipareze ü got ku "Xeyala min ew e ku ez li Dakuke muzeyeke geleki giring vekim. Bi pengava ku min çendi sal bere avet rabirdüya mirovan zindi bü. İro ü peşeroja mileten ku rabirdüya xwe nizanin çenabe."
Daxwaza wi ya heri mezin ew e ku pişti mirina wi ev nirx winda nebin
Müsa got ku emre wi geleki peş ketiye ü daxwaza wi ya heri mezin ew e ku xwedi li van entikeyen mirateya çandi ya ku 40 sale xwe daye derkevin.
Müsa behs kir ku semaweren rapeş dike melzemeyen heri kevn in ü ji bo wi xwedi giringiyeke cuda ne ü ev gotin:
"Ji zarokatiya me heta ciwaniya me dayika min a rehmeti di semawere da ji me ra çay çedikir. We çaxe semaweren agir hebün. Behn ü tahma çaye li ser semawere dihat çekirin cuda bü. Mezinen me çün ber rehma Xwede le ev entike wan rojen xweşik bime nadin jibirkirin." -
|