Hat ragihandin ku li Kabula paytexte Efxanistane di erişen bi topen hewane birin ser hin wargehan da 8 kes hatin kuştin.
Tariq Aryane Berdevke Wezareta Karen Navxweyi di daxuyaniya xwe da diyar kir ku di erişen ber deste sibe birin ser wargehen bajer da 23 topen hewane isabet kirin.
Hetani ve gave kesi berpirsyariya erişa te da 8 kes mirin ü 31 kes ji birindar bün hilneda ser xwe. Talibane ji di daxuyaniya xwe da berpirsyariya erişe red kir.
Li Kabule di 24e cotmehe da erişi navenda perwerdeye kiribün, di 2ye mijdare da erişi Zaningeha Kabule kiribün ü di erişan da ji 50yi zedetir kes hatibün kuştin. Berpirsyariya van erişan komen tekildare DEAŞa rexistina terore hildabün ser xwe.
Di heyama ku nüneren Talibane ü hikümeta Efxanistane bi navçitiya Amerikaye li Dohaya paytexte Qetere mizkereyen aştiye dimeşinin da eriş hatin kirin.
Li bende ne ku Mike Pompeoye Wezire Karen Derva ye Amerikaye di ziyareta Qetere ya iro da bangi aliyan bike ku tundiye kem bikin. -
|