Li İsraile hejmara kesen ku ji ber cureya nü ya virusa koronaye (Kovid-19) mirin derket 71an, ya waqieyan ji derket 9 hezar ü 404an.
Di daxuyaniya niviski ya Wezareta Tenduristiye da hat destnişankirin, 6 nexweşen din en ku bi Kovid-19e ketin ji mirin.
Hat diyarkirin ku li welet bi vi awayi hejmara kesen ku ji ber virusa koronaye mirin derket 71e, di 156 kesen din da ji Kovid-19 hat tesbitkirin ü hejmara gişti ya weqayan ji derket 9 hezar ü 404an.
Di daxuyaniye da her wisa hat balkişandin ku ji nexweşan je rewşa 147an giran e, 801 kes ji qenc bün.
Li İsraile di çarçoveya tedbiren diji Kovid-19e da hemü dibistan hatibün girtin, lihevcivina ji 2 kesi zedetir ji hatibü qedexekirin.
Li welet her wiha market, dermanxane, istasyonen benzine ü banqe ne te da, biryar hatibü dayin ku gelek kargehen bazirgani ji 15e adare şünda ben girtin.
Reveberiya Tel Avive ji ber Kovid-19e, yen li İsraile rüdinen ne te da, qedexe kiribü ku biyani bikevin welet. -
|