Li Îsraîlê 30 hezar esker ji bo şêwirmendiya psîkolojîk li navenda gaziyê geriyan

28.02.2024 22:27

Arteşa İsraile eşkere kir, ji 7e Cotmeha 2023yan vir va 30 hezar eskeren wan ji bo şewirmendiya psikolojik li navenden gaziye geriyan.

Di daxuyaniya arteşe da hat diyarkirin, ji sedi 85e eskeran pişti piştevaniya psikolojik wergirtin, cardin vegeriyan şer.

Di daxuyaniye da her wisa hat balkişandin, qedera 200 eskeren keşeya wan a psikolojik heye, ji arteşe hatin derxistin ü her wiha ji bo eskeran navendeke nü ya psikolojiye de were vekirin ku Navenda Malbata Mayinde, Şaxa Midaxeleya Şer ü Klinika Pişti Travmaye dihewine.

Li gori daxuyaniye, navenda gaziye ya Yekineyen Tenduristiya Arteşe ji bo midaxeleya peşin a eskeran bi esase 7 roj ü 24 saetan xizmete dide. -

In order to provide you with a better service, we position cookies on our site. Your personal data is collected and processed within the scope of KVKK and GDPR. For detailed information, you can review our Data Policy / Disclosure Text. By using our site, you agree to our use of cookies.', '