BEXDA (AA) - Fermandariya Operasyonen Hevpar a Iraqe diyar kir ku li Hewiceya navçeya Kerküke ya ku le operasyona diji DEAŞe dan destpekirin di navbera 800i ü hezar ü 500i da militan hene.
Yehya Resüle Berdevke Fermandariya Operasyonen Hevpar a Iraqe ü Ryan Dillone Berdevke Hezen Koalisyona Navneteweyi di civina çapemeniya ya havpar a ku li Bexdaye hat lidarxistin da der bare operasyona ku iro deste sibe li Hewiceye dan destpekirin da agahi dan.
Resül diyar kir ku arteş, polesen federal, hezen çalak ü Heşdi Şebi di operasyone da wezifeye dikin bi hezen peşmergeyan ra ji di nav kordinasyone da ne.
Resül destnişan kir ku beriya operasyone bi teyareyen şer va bombe di ser koziken DEAŞe da barandin ü got, "Xeta berxwedana DEAŞe hat şikenaştin. Em e çend saet şünda xilaskirina gunden li rojhilate Şirgate diyar bikin."
Resül pirseke li ser hebüna rexistine ya li navçeye wiha axivi: "Hejmara endamen DEAŞe yen li Hewiceye di navbera 800i ü hezar ü 500i da ye. Piraniya van ji militanen biyani pek ten."
Dillone Berdevke Hezen Koalisyona Navneteweyi ji got ku ji hewaye ra piştgiriye didin hezen Iraqe ü istixbarate bi wan ra pare vedikin.
Dillon wiha pe da çü: "Hezen koalisyone di mijara ji DEAŞe paşdahildana erden Iraqe da li cem Iraqe ye. Em ji operasyonen li Enbar ü Hewiceye memnün in. DEAŞ her roj erd winda dike. Di dawiya dawin da ew e di deste we da qet ci nemine.
Heyder Ebadiye Serokwezire Iraqe iro deste sibe di daxuyaniya xwe da gotibü ku gava ewil a pevajoya operasyona ji DEAŞe xilaskirina Hewiceye avetine.
DEAŞa rexistina terore ji hezirana 2014an vir da Hewiceya li rojavaye Kerküke ü dorbere we hildaye bin deste xwe. -
|