Komiseriya Hilbijartina Bilind a Iraqe ragihand bi dest jimartina rayen sandoqen hilbijartine ku le itiraz hatibün kirin, temam bün.
Komiseriye der bare rayen di sandoqen le itiraz hatibün kirin da daxuyani da ü ragihand ku bi dest jimartina wan temam bü.
Di daxuyaniye da hat gotin ku hemü sandoqen bi itiraz cihekirin ü rayen di wan da yek bi yek ü bi dest hatin jimartin. Hat gotin ku encama ji ser pergala elektronik ü encama jimartina bi dest hema beje ji sedi 100 wek hev derket.
Li Iraqe di 10e Cotmehe da hilbijartina gişti ya berwext hat kirin ü gori encamen ne teqez Koalisyona Fetihe ya nezi İrane ku hejmara parlementeren we ji 48an daket 16an ü Heşdi Şabi ü hezen siyasi yen nezi wan ji bo sandoqen li hin bajaran itiraz kirin ü xwestin ku bila rayen di wan sansoqan da bi dest ben jimartin.
Li ser itiraza wan Komiseriya Hilbijartina Bilind a Iraqe ji biryar da ku bila rayen li hin bajaran ji nü va ben jimartin. -
|