Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 23/04/2024 10:45 
News  > 

Li Iraqê Ji Heman Malbatê 5 Namzedên Serbixwe

19.04.2018 17:13

Li Iraqê ji bo hilbijartinên ku wê di 12ê gulanê da werin kirin, ji heman malbatê 5 kes dibin namzed.

Li Iraqe ji bo hilbijartinen ku we di 12e gulane da werin kirin, ji heman malbate 5 kes dibin namzed. Namzed dibejin ku di diroka welet da tişta ku wan kiriye belki ji cara ewil te kirin. Namzed dibejin ku carinan henek li wan te kirin, le ew e dev ji ve tekoşine bernedin.



4 xwişk ü bira Zana, Dana, Fazil, Mujde ü jinbira wan Dilxoş Şervani li Hewlere iqamet dikin ü wek namzeden serbixwe dikevin hilbijartine. Namzed tene li ser medyaya civaki ü bi broşuren danasine yen ku di deste xwe da digerinin va propagandayen xwe dikin.



Namzeden Şervani daxuyani dan nüçegihane AAye ü gotin ku ew ji aliye hejmara ku ji heman malbate büne namzed va belki ji "di diroka Iraqe da yekem in".



Zana Şervane biraye heri mezin di hilbijartina 2013an a Herema Kurdistana Iraqe da disa wek namzede serbixwe beşdar bübü ü 30 deng hildabü. Şervani diyar kir, ji ber ku ji malbata wi 5 kes ji bo hilbijartinan amade dibe, gelek kes ve eceb dibinin, heta carinan tirane xwe dikin. Şervani sedema namzedbüna penc kesan ji wiha eşkere kir, "girseya hilbijeran a her namzedeki" heye.



Şervani idia kir, heke di hilbijartine da hile çenebe ü hilbijartineke şefaf were kirin, ew e bi hemü xwişk ü birayen xwe va ji 20e gulane pe va tekeve meclisa Bexdaye.



Şervani got, "Gelek namzed ü partiyen siyasi ji bo reklama xwe ya hilbijartine pereyen zede xerc dikin" ü wiha dewam kir:



"Derdeki me ye wiha tuneye. Meriven ku ez nas dikim, ji wan ra dibejim kerem bikin li ser medyaya civaki min bişopinin. Kesen ku soze hilbijartine ji min dipirsin ra ez dibejim ku 'ji bo ciwanen ku emre wan ji 18 salan mezintir in be kar neminin, çi ji deste min were ez e bikim'."



Li Iraqe di hilbijartinen gişti yen ku we di 12e gulane da werin kirin da 503 namzeden parlamenteriye hene. -



 
Latest News





 
 
Top News