Alikare Seroke Meclisa İrane Eli Mutahari ani ziman ku heke esker di qada aboriye de bixebitin eve re li ber gendeliye veke ü wiha got: "Esker ji qada aboriye vekişin we feydeya wan bigiheje welet."
Mutahari daxuyani da ajansa "Nüçe Online" ya İrane ü behsa axaftina Wezire Parastina İrane Emir Xatemi kir.
Mutahari bi bir xist ku Xatemi gotiye "Xebaten Arteşa Mihafizen Şoreşe ü Arteşe yen di qada aboriye de we ben sinorkirin" ü destnişan kir ku ev we ji bo welet geleki baş be.
Mutahari destnişan kir ku leşker heke ji xebaten aboriye vekişin ü düri siyasete bisekinin ewe di wezifeyen xwe de betir serkefti bibin ü eve ji bo astengkirina gendeliye ji we bibe gaveke giring.
Wezire Parastina İrane Emir Xatemi hefta bori daxuyandibü ku heta dawiya sale deste arteşe we ji xebaten aboriye ben kişandin.
Seroke Avaker e İrane Xumeyni di sala 1979an de Arteşa Mihafizen Şoreşe ava kiribü.
Pişti şere İran ü Iraqe ya ku 8 salan dewam kir gelek cih ü war xirab bün. Ji bo çekirin ü nükirina van cihan Arteşa Mihafizen Şoreşe beşdari ihale ü projeyan bü ku ev der ben çekirin.
Ji bili ve, arteşe şirketen weki Total, Shell ü Hyundai ji dewr hildan ku wan bide xebate.
Arteş di qada petrokimya, bendav, iskan ü yen din de ji hezari zedetir projeyan dide meşandin. -
|