Li İrane ji bo girejiya hewaye kem bikin ji vir meheke bere kampanyaya "Seşema bewesayit" dan destpekirin, bi piştgiriya saziyen dewlete ü gel va kampanya li gelek hereman belav bü. Piruz Henaçiye Şaredare Tehrane ye ku piştgiriye dide kampanyaye bi biskilete diçe ser kar.
Hin rayedaren payebilind en sazi ü şirketen li welet ji piştgiriye didin kampanyaya bi nave "Seşema bewesayit" a welati eleqeye nişan didin.
Mihemed Derweşe Midüre Gişti ye Ajansa Parastina Hawirdore ji bo mijare daxuyani da ISNAya Ajansa Xeberan a Xwendekaran a İrane ü diyar kir ku peşiye li Xuzistana eyaleta welet dest bi kampanyaye kirin ü bi piştgiriya raya gişti va li gelek heremen welet belav bü ü got, "Piştgiriya heri mezin li İsfehane te dayin, eyaleta Yezde ji eleqeyeke mezin nişani kampanyaye dide."
Xelata pereti didin kesen bi biskilete diçin ser kar
Derweş destnişan kir ku gelek saziyen dewlete piştgiriye didin kampanyaye ü wiha pe da çü: "Eraka Saziya Vejene her roj 4 hezar tümeni (kemzede 3 lire) dide xebatkaren xwe yen bi biskilete diçin kar"
Derweş destnişan kir ku Nexweşxaneya Qudse ya li gelek ciyen welet şaxen we hene ji piştgiriye dide kampanyaye ü wiha pe da çü: "Nexweşxaneya Qudse ji xelata pereti dide xebatkaren xwe yen bi biskilete ten ser kar."
Şaredare Tehrane bi biskilete diçe kar
Piştgiriya heri mezin ji Piruz Henaçiye Şaredare Tehrane dide kampanyaye. Henaçi her seşeme bi biskilete diçe kar. Henaçi ber deste sibe bi biskilete ji mala xwe derdikeve ü bi welatiyan ra biskilete diajo ü diçe kare xwe.
Xenci Tehrana li dinyaye di nav 5 bajaren hewaya wan heri zede qirej e da ci digre li Xuzistan, İsfehan ü Tebrize ji gelek caran ji ber hewaye xwendingeh ten tetilkirin. -
|