Li Meşheda bajare İrane 6 kesen bi idiaya avakirina çeteye, dizi ü xespe hatibün girtin hatin dardakirin.
Televizyona dewleta İrane weki çavkani meqamen ewlekari ü edli yen Xoresana Rezewi nişan da ü diyar kir ku 6 kesen ji ber sücen xesp, dizi ü avakirina çeteye cezaye dardakirine xwaribün iro ber deste sibe hatin dardakirin.
Di xebere da ci dan daxuyaniya Hesen Heyderiye Alikare Berpirsyare Ewlekariya Siyasi ye Dozgere Navend ye Xoresana Rezewi ü hat gotin ku Dadgega Diwana Bilind biryara Dadgeha İnqilaba İslami ya 4an dabü tesdiq kir ü sücdar hatin dardakirin.
"Dardakirin dibe ji bo kesen hizüre xirab dikin bibe ibret"
Heyderi bal kişand ku kesen hatin dardakirn kesen hewcedar ninin ü wiha pe da çü: "Serkeşe çeteye bere serafi dikir, ji ber ve serafen bi çenteyan bazirganiye dikin nas dikir. ve çeteye heri dawin ji welatiyeke ji Meşhede diçü Tehrane 4 kilo zer dizi. Dardakirin dibe ji bo kesen hizüre xirab dikin, çav beri male kesen din didin bibe ibret." -
|